Iraqê heta 30’ê Îlonê dema radestkirina çekan da Heşdî Şabî

Hikûmeta Iraqê ji bo komên girêdayî Heşdî Şabî heta 30’ê Îlonê çekên xwe radestî saziyên dewletê bike dema wan.

Hikûmeta Iraqê ji bo komên girêdayî Heşdî Şabî heta 30’ê Îlonê çekên xwe radestî saziyên dewletê bike dema wan. Hikûmetê diyar kir ku piştî ev dem qediya her kesê ku çek li dest be wê weke ji derveyî yasa bê pênasekirin û neyasayî qebûl bike.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî di daxuyaniyeke çapemeniyê de bal kişand ser radestkirina komên çekdar ya radestkirina çekên xwe ya ji bo dewletê.

Heyder Ebûdî anî ziman ku dema herî dawî ya ji bo radestkirina çekan a ji bo dewletê 30’ê Îlona 2026’an.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî bal kişand ku her gava ev dem qediya her kesê çek li destan be wê weke ‘ne yasayî û ne rêxistinkirî’ qebûl bike.